Helbestvanekî Kurd dest avête girevê

15:45 - 31 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Helbestvanekî Kurd di girtîgeha bajarê Îlamê de, dest avête girevê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, helbestvanê Kurd yê bi navê “Husên Baqirî” naskirî bi “Jakan Baran” xelkê bajarê Melikşa a girêdayî parêzgeha Îlamê ku, roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin, heya niha jî, di girtîgehê de ye, û dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Ew helbestvanê Kurd di 1`ê Xakelêweya îsal de, bi desteserkirin û hepsa ku bi ser de hatiye sepandin, di girtîgeha navendî a bajarê Îlamê de nerazîbûna xwe nîşan daye, û dest avêtiye bi girevê.

Yek ji kesên nêzîkî wî helbestvanê Kurd ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku, ew helbestvanê Kurd di heyama desteserkirina wî heya niha tu pêwendiyek di gel malbata xwe tu nebûye.

Roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an, piştî betalkirina cejna Newroza “Melikşayî” a parêzgeha Îlamê, “Jakan Baran” helbestvanê Kurd, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin û bo girtîgeha navendî a bajarê Îlamê veguhastine.

Ew helbestvanê Kurd bi sedema betalkirina merasima Newrozê a li“Melikşayê“ nerazîbûna xwe nîşan dabû, û her bi vê sedemê jî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.

Roja Yekşemî 24`ê Befranbara 1396`an ew helbestvanê Kurd ku, bi tohmeta “tebilîx lidijî ewlehiya neteweyî û bêrêzîkirin bi nizamê” jî, ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû desteserkirin.