Hejmarek hevwelatiyên bajarê Şinoyê hatine desteserkirin

15:41 - 7 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji hevwelatiyên bajarê Şinoyê ku bo komkirina punçarên Biharê serdana çiyayê bajarê Pîranşarê kiribûn, ji aliyê wezîfedarên Hifazeta Îdareya Çavkaniyên Sirûştî ya wî bajarî hatine desteserkirin.

Li gorî rapora gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvariya roja Duşemî 16`ê Banemera 1398`an, hejmarek hevwelatiyên xelkê bajarê Şinoyê, li çiyayên bajarê Pîranşarê, ji aliyê wezîfedarên Hifazeta Îdareya Çavkaniyên Sirûştî ya bajarê Pîranşarê, hatine desteserkirin û bo binkeya leşkerî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Elî Remenzanpûr berpirisê îdareya Çavkaniyên Sirûştî ya bajarê Pîranşarê ragehandiye ku: Desteserkirina ev çend kesane, ji ber parastina çavkaniyên sirûştî û çavdêrîkirina li ser serberday ya kolana giyayên Biharê bûye, û ev çend kesane digel çend telîsan giyayên Biharê hatine desteserkirin.

Wî berpirsê hikûmetê herwisa gotiye: Ev çend kesane, bi armanca bazirganîkirinê, mejûlê komkirina giyayên Biharê li Dola “Givêzan” bûne, ku hewl didan da ku van giyayên komkirî bo bajarên derdorê yên wekî Şino û Urmiye vebiguhezin, û hatine desteserkirin.

Ji aliyekî din ve, hevwelatiyên devera Mirgewer û herwisa xelkê gundê Siyavanî a girêdaiy bajarê Şinoyê bas ji vê kirine ku, hêzên îtila`at û besîcan, li çiyayên deverê destdane bi azardana hevwelatiyan.

Herwisa hevwelatiyên deverê dibêjin ku, hêzên îtila`at û besîcan, tevî azardana van hevwelatiyan, ji van re ragehandine ku, hûn mejûlî gihandina nûçe û alîkariyan bo partiyên Kurd yên dijberê hikûmetê ne.

Çavkaniya “Kurdpa”yê, di vê derheqê de ragehandiye ku: Hêzên îtila`at û besîcan, gef ji rûnştiyên vê deverê û gundên derdorê xwerine, ku hekî hereketek biguman hebe dibe em haydar bin, hekî ne, hûnê digel yasayên dadweriyê rûbirû bin û hûn bixwe lihemberî vê yekê berpirsiyar in.