HDP û serdemeke nû

15:35 - 11 Hezîran 2015
Unknown Author
Necîbe Qeredaxî

Bi hilbijartina dîrokî ya 7’ê Hezîranê re li Tirkiyê û Rojhilata Navîn, serdemeke nû dest pê kir. 

Serkeftina HDP’ê,  tenê serkeftina partiyekê nîne. Divê were zanîn ku destpêka qonaxeke nû ye. Serdema “tek û tek” bi dawî bû, serdema nû ya rengan e. Ev serkeftina HDP’ê, di hilbijartinê de serketina îradeya azad a gelê Kurd û hemû azadîxwazên herêmê ye. Serkeftina jinan e, li hemberî zihniyeta mêrsalarî û navendperestiyê ye. Ev serkeftin bi yek gotinê, serkeftina Projeya Neteweya Demokratîk a birêz Ocalan e û li hemberê zihniyeta “tek”perestiya Erdogan e. 

Ev serkfetin her çiqas, di rojeke dereng de hilatibe jî, di encamê de, ev proje kete ser rêya serkeftinê. Ji ber ku îradeya jinan û îradeya gelan li pişt vê projeyê ye.  Îradeyeke bi hevre jiyana nû û azad naveroka vê projeyê ye. 

Erdogan, li ser rêya sîstema dîktatoriyê bû, bi qesra 1.150 odeyî, li ser rêya xewn û xeyalên siltantiyê bû, lê, gel û jinan ji Erdogan re got,  “NA” û ew di hedê  wî de sekinandin.

Ev serkeftin wê serdemeke nû ji bo jinan û gelan bi xwe re bînê. Bi şikestina DAIŞ’ê li Kobanê û bi giştî Rojava bi destê gelê Kurd, şervanên azadî û jinan, ev zihniyeta diktatoriya mêrsalarî darbeyeke mezin xwar. Bi serketina HDP’ê projeya “jiyana nû û mirovatiya mezin” bi serket û derbeyeke din li zihniyeta Erdogan ket. 

Dema Erdogan di propagandeya hilbijartinê de êrişî jinan dikir, bawer nedikir kû di 7’ê Hezîranê de wê sîleyeke wisa li rû û zihiniyeta wî bixin ku carêke din bi ser xwe ve neyê. Ev serkeftina HDP’ê, serkeftina li hemberê wê zihniyetê ye ku dîn mîna amûrêkî bi kar dianî, binketina hin partî û grubên li herêmê, li Bakurê Kurdistanê ye, ku AKP û hevkarên wê mîna hêzên yedek ji xwe re ava kiribûn. Serkeftina HDP’ê, enerjiyeke pozitîf û avakar wê bide pêvajoya aştiyê.  

Kurd ne tenê di guhertina Tirkiyê de hêz û aktorekî mezin in, her wiha di guhertina tevahiya Rojhilata Navîn de jî aktorekî sereke ye. Ev serkeftineke bê hempa ye, ji bo Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê. Serkeftina azadîxwazên Rojhilata Navîn e. Wê zorê bide têkiliyên heya niha ku li gorî berjwendiyên teng yên di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de, hatine danîn. Wê bibe  serdemeke nû ya têkiliyên rast û li gorî berjwendiyên gel. Wê HDP jî bibe aktorekî mezin di sererastkirina van têkiliyan de. Serkeftina HDP’ê wê statûyeke Başurê Kurdistanê bihêztir bike û wê dersa demokrasiyê bide hêzên ji demokrasiya rastiyê fêm nakin.

Ev serkeftina HDP’ê wê hevsengiyên hêzê wisa biguherê  ku hêzek û enerjiyeke nû bide hêzên çepgir û demokratîk. Vê serdema nû, çepgir û demokrasîxwaz wê bi nêrînên nû carêke din derkevin ser dika dîrokê. Bi Serkeftina Kobanê, serkeftina HDP’ê, wê serdema dîroka nû a gelan û jinan were nivîsandin.

Jêder: Xendan

Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.