Gulereşandina hêzên leşkerî, bo sedema kuştin û birîndarbûna çend Kolberan

20:47 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê “Çaldiranê”, teqeya rasteras ji hejmarek Kolberên Kurd kirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nêçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 28`ê Pûşperê, , hejmarek Kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Çaldiranê, rastî gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin û di encamê de çend Kolber hatine kuştin û birîndar kirin.

Li encama gulereşandina rasterst a hêzên leşkerî yên hikûmetê, Kolberek bi navê ”Elî” yê xelkê gundê “Îsa Golîk” canê xwe jidest da û 4 Kolberên din ên bi navên “Mihemed Mîrzayî” kurê Aqalar, “Azad Yasitar” kurê Yûsif, “Mehmûd Elem Holî” kurê Husên û “Omîd Elem Holî” kurê Xalis, bi dijwarî birîndar bûn.

Ev Kolberên birîndar bûyî di wê bûyerê de, bo navenda dermanî ya bajarê Çaldiranê hatine veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmtê, bi bê agadarkirina berê, bi şika hebûna tiştên qaçax, teqe li kolberan kirine.