Girtiyekî siyasî yê Kurd bo girtîgeha Xelxalê hate veguhastin

19:56 - 24 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyî bo girtîgeha bajarê Xelxal a girêdayî parêzgeha Erdebîlê hate veguhastin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 4`ê Reşemeh(24`ê Sobatê) girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Selah Şerîfzade, li girtîgeha Navendî a bajarê Umriyî bo girtîgeha bajarê Xelxal a girêdayî parêzgeha Erdebîlê hatiye veguhastine.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, daye zanîn ku, ev girtiyê siyasî yê Kurd berê jî ji aliyê Dezgeha Dadweriyî ya hikûmeta Îranê, 16 sal heps û sûgonkirina bo girtîgeha Xelxalê hatibû cezakirin, lê navbirî ji Îranê filtîbo.

Ev hevwelatiyê Kurd li 14`ê Beframbarê, bo girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyî hatibû veguhastin, û nêzîkî 8 mehan bê çarenivîs bû.

Selah Şerîfzade, di demsala Havîna borî de, bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û herwisa “bi encamdana çalakiyan lidijî ewlehiya neteweyî” hatiye tawanbarkirin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd piştî desteserkirinê, bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya bajarê Urmiyî veguhastin e.