Girtiyekî siyasî ê Kurd, li girtîgeha bajarê Merîwanê, dest avêtiye bi gireva birçî bûnê

16:03 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî Kurd, bi sedema nedana mirexesî jê re, nerazîbûnên xwe nîşan da û lêvê xwe diruye.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hepsiyekî Kurd ê bi navê “Hîva Ejberî”, naskirî bi “Hîva Xawî”, ewe li heyama 6 roje ku lêvê xwe diruye û dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Çavkaniyeke agehdar li girtîgeha bajarê Merîwanê ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew hepsiyê siyasî di heyama hepsîkirina wî de heya niha li her core mirexesî û hevdîtinek digel malbata xwe bê par bûye û bi wê sedemê jî, dest avêtiye bi gereva birçî bûnê.

li gorî wê çavkaniya agehdar, berpirsên girtîgeha bajarê Merîwanê, bi wan girtiyên siysî ragihandiye ku, di hegera alîkarîkirin digel wan, bersiva daxwazên wan didin.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, “ew girtiyê saiyasî, daxwaza alîkarîkrina berpirsên girtigeha bajarê Merîwanê nepejirandiye.

Her li gorî wê çavkaniyê, ew girtiyê siyasî li mafê azadkirina mercdarî jî bi par bûye.

“Hîva Ejberî”, bavê 4 zarokan û bi tohmeta “SÎYASΔ ji aliyê dadgahê ve, bi 4 sal hepis hatiye cezadan û ewe di heyama 3 sale di girtîgeha bajarê Merîwanê de ye.