Girtiyekî Kurd bo girtîgeha bajarê Sine hate veguhastin

20:11 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, bo lêkolînkirinê bo girtîgeha îdareya îtila`atê hete veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalîd Sûrî” ê xelkê gundê “Çor û nene” a girêdayê bajarê Merîwanê, bo lêkolînkirinê, bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sine hate veguhastin, û li qedera navbirî tu zaniyeriyek ji ber dest nîne.

Ew welatiyî Kurd, roja Duşemî 24`ê Pûşperê, ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Merîwanê ve, bi sedemeke nexûya hatibû desteserkirin.

Piştî li pey ketina malbata wî welatiyî Kurd bo agehdarbûn li qedera kurê xwe, îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê ragihandiye ku, “Xalîd Sûrî” bo lêkolînkirinê, bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Sine hatiye veguhastin

Hêzên îtila`atê heyan niha sedemeke xûya bo desteserkirina wî welatiyî Kurd nedaye zanîn.