Girtiyê siyasî ê Kurd li mafê morexesî vergirtinê bêpar ma ye

11:26 - 29 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: girtiyê siyasî ê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê di heyama hepsî bûnê, ji mafê morexesî vegirtinê bêpar ma ye.

Li gorî agahiyên ku gihîştina Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Tehsîn Dadres” xelkê gundê Serdoşa girêdaiy bajarê Merîwanê, di heyama hepsî bûnê de, ji mafê morexesî vergiritnê hatiye bêparkirin û heya niha berprisên girtîgeha bajarê Merîwanê ji dana morexesiyê ji wî giritiyê siyasî ê Kurd re xwe parastine.

Li gor gotina çavkaniya agehdar, ev girtiyê siyasî ê Kurd, salek berî niha bo derbazkirina cezayê girtîgehê ku li ser de hatiye sepandin, bo girtîgeha wî bajarî hatibû vegihastin û di vê heyama ku li girtîgehê de ye, ji mafê morexesî vegirtinê bêpar bûye.

Şeva Pêncşemî 9`ê Sermaweza sala 1396`an, “Tehsîn Dadres” bi tawana “alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin,  û piştî derbazbûna hefteyek li seragiritina navbirî di îdareya ewlehiyê ya bajarê Merîwanê, piştre ev bo îdareya ewlehiyê ya bajarê Sine veguhastibûn.

Ew welatiyê Kurd di Gelawêja 1397`an,  dîsan bi tawana “encam dana çalakî li dijî ewlehiya netewey û herwisa alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”  bi 11 sal hespa te`izîrî hatibû ceza dan, piştire ev cezaya di dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sine de, bi 6 sal hepsa tei`zîrî  hatibû guhertin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd di heyama desteserkirinê heya niha ji mafê  destpêragihîştin bi  parêzer jî bêpar bûye.