Fermanderekî Hêza Întizamî yê hikûmeta Îranê hate kuştin

15:06 - 28 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Yek ji fermanderên Hêza Întizamî yên hikûmeta Îranê, di şer û pevçûnekê digel hin kesên nenaskirî de hate kuştin.

Şeva Sêşemiyê 6`ê Xezelwerê, sitwan sê yê bi navê “Mistefa Ebdulmelikî” xelkê bajarê Qurwe û fermanderê binkeya leşkerî ya li ser sînorê Biroşkan û di girûhana Nenûr a bajarê Bane de, di şer û pevçûna di navbera hin kesên nenaskirî de, hate kuştin.

Nûçegihaniyên hikûmeta Îranê, bi piştrastkirina vê nûçeyê ragehandine ku, ev fermanderê Hêza Întizamî di şer û pervçûna digel girûpeke çekdar de hatiye kuştin.

Wê nûçegihaniyê heya nîha derheq çawaniya vî şerî de zaniyariyên zelal belav nekirine.

Berê jî “Bazên Zagros”ê, bi weşandina daxuyaniyekê ragehandibûn ku di şer û pevçûna şeva Înê 23`ê Xezelwerê, di devera “Xêlereş” a girêdayî bajarê Bane, leşkerekî hikûmetê kuştibûn û du kesên din jî birîndar kiribûn.

“Bazên Zagros”ê, nasnameya wî wezîfedarê leşkerî yê hatî kuştin, “Arman Fexrî” ragehandibû, û nasnameya du birîndaran jî, “Luqman Xiyalî û Luqman Menêşlo” ragehandibû.