Êrîşa Çekdarî Bo Ser Kasibkarên Kurd Û Kuştina 2 Hespên Barhilgir

12:30 - 14 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Piştî êrîşa çekdarî bo ser komek ji kasibkarên sersînor ji aliyê hêzên întizamî ên Îranê, 2 hespên barhilgir hatin kuştin.


Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, roja Înê 11.11.2011-an, li herêma sersînor û li gundê Sincewî ya ser bi bajarê Serdeştê, sê ciwanên vê gundê ketin ber destrêjiya guleyên hêzên Întizamî.
Di encamp de du hespên barhilgir ên wan sê ciwanan bi sedema vê destrêjiyê mirin.

Li gor çavkaniya haydar destrêjiya han tu ziyanek canî nebûye.

Beşek ji xelkê Kurdistanê bi sedema nebûna kar û bo dabînkirina bijîva jiyaa xwe her roj rû dikin çiya û herêmên sersînor ên Kurdistanê û kar pir metirsîdar ya qaçaxa şimekan digirine pêş.