Endamên Encûmena “Nûjîn” li hemberî dadweriya giştî ya bajarê Sine kom bûn

16:27 - 27 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” li hemberî dadweriya bajarê Sine kombûn û daxwaza azakirin bilez ya Zehra Mihemedî kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li Cozerdanê, endamên Encûmena Kultûrî û Civakî yên “Nûjînê” li hemberî dadweriya giştî ya bajarê Sine civîna nertazîbûnê lidar xistin.

Zehra Mihemedî endama Encûmena Kultûrî û Civakî ye û hatiye desteserkirin û endamên vê navendê bi lidar xistina civîna nerazîbûnê, daxwaza azadkirina bilez û bê merc ya Zehra Mihemedî kirine.

Hêzên îtila`at û hêzên înitzamî li cihê birêveçûna civîna nerazîbûnê amadebûn û dest bi lêkolîna mobaylên şexsî yên welatiyan kirine.

roja Yêkşemî 2`ê Cozerdanê, du endamên hatinî desteserkirin yên Encûmena Kultûrî û Civakî yên “Nûjîn”ê yên bi navên Êdrîs Minberî û Rêbwar Minberî” xelkê bajarê Sine hatine azadkirin û Zehra Mihemedî jî endameke din a hatî desteserkirin ya vê encûmenê heya niha desteserkiriye.

Roja Pêcşemî 2`ê Cozerdanê 3`ê çalakvanên medenî yên Kurd, bi bê radestkirina destûra dadweriyê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.