Enamekî Spaha Pasdaran li bajarê Çaldiranê hate kuştin

16:34 - 29 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Endamekî Spaha Pasdaran, bi sebeba rûdana şer hate kuştin.

Roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an (28 Gulan 2019`an), Sitvan yekem “Îbrahîm Axûndzade” endamê Spaha Pasdaran li nêzîkî gundê “Sêgirik” a girêdayî bajarê Çaldiranê, di şer û pevçûnekê de hate kuştin.

Ew endamê Spaha Pasdaran, xelkê bajarê “Avacîq” a ser bi Çaldiranê bû, û medyayên hikûmetî ew şer û pevçûne xistine sitûyê yek ji Partiyên Kurd ên Opozisiyona hiukûmeta Îranê.

Heya niha tu yek ji Partiyên Kurd ên Opozisyona hikûmeta Îranê, berpirsatiya wê şerê negirtine stûyê xwe.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 5`ê Cozerdana 1398`an, “Koriş Hacîmuradî”, berpirsê Polîsê agahiya bajarê Îslamabad a rojavaya ser bi bajarê Kirmaşanê, di aloziyên çekderane de hate kuştin.