Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

14:47 - 24 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd li bajarê Bokan û Selmasê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 29`ê Cozerdana 1398`an, ciwanekî Kurd yê bi navê “Elî Cozak” xelkê bajarê Bokanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarê hate gazîkirin û piştre hate desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derhegê de, hêzên îtila`atê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîgirî û piropagendekirin bo yek ji Partiyên Kurd yên opozisiyon yên hikûmeta Îranê di torên civakî de” hatiye desteserkirin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, piştî desteserkirina“Elî Cozak”, navbirî bo cihekî nexûya veguhastine û domandina malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê mana wî, bê encam mane.

“Erselan Cozak” birayê “Elî Cozak” û pêşmergeyê Partiya Komele ya Şoreşgêrê zehmetkêş ên Kurdistana Îranê, roja Duşemî 3`ê Xermanan 1397`an digel pêşmergeyekî din ê wî Partiyê, bi navê “Perwîz Ebdî” di bajarê Merîwanê de, li şer û pevçûn digel Spaha Pasdaran canê xwe jidest dan.

Ji aliyekê din ve jî, roja Çarşemî 29`ê Cozerdana 1398`an, welatiyekî Kurd yê bi navê “Samî Mihemednijad” kurê Cemal û xelkê bajarê Selmasê li cihê karî wî, li kolana Rizayî bi tohmeta “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên opozisiyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehî ew welatiyê Kurd desteserkirine û bêhurmetî û lêdan ji wî welatiyê Kurd re kirine.