Du welatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatine cezadan

12:33 - 8 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, du welatiyên Kurd ên xelkê devera Tirgewer a ser bajarê Urmiyê, bi 10 sal hepis ceza dan.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Sabir Kemanî û Kamran Kemanî” ên xelkê gundê “Enbê” a ser bi devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê”, ji aliyê taya yek a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve, bi 10 sal hepis hatine cezadan.

Roja Sêşemî 12`ê Xermanan, taya 2 a dadgeha şoreşî a bajarê Urmiyê, bi bê amadebûna parêzer, ew du walatiyên Kurd dadgehîkirine û her yek bi 5 sal hepis ceza dane.

Roja Şemî, 16`ê Xermanan, ew du welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine gazîkirin û cezayên wan bi wan re dane.

Roja Duşemî, 17`ê Pûşper, hêzên Spaha Pasdaran êrîş kirine ser gundê “Enbê” û “Sabir û Kamran Kemanî” û “Keywan Mukerem” kurê “Cadir” desteser kirin.

Ew 3 welatiyên Kurd, piştî dawîhatina heyama lêkolîna wan, di girtîgeha îtila`ata Spahê de, bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatine veguhastin.