Du kolberên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê birîndar bûn

16:47 - 13 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarên wekî, Serdeşt û Hewramanê, bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li bilindahiyên çiya berbûn û bi dijwarî birîndarbûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, komek li kolberên Kurd li devera “Bêwiran” ya girêdayî bajarê Serdeştê, rastî gullereşandina rasterast yên hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatine û di encam de, kolberekî Kurd yê bi navê “Mecîd Rehîmî” yê temen 29 salî û kurê Omer û rûniştiyê bexşa Vezîne ya bajarê Serdeştê hate birîndarkirin.

Di vê bûyerê de gulle li pê wî kolberê Kurd ketiyeû û ev bo tedawiyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê veguhastine.

Herwisa roja Yekşemî 22`ê Banemerê, Kolberekî din yê Kurd li bilindahiyên çiyayê “TeTe” ya girêdaiy bajarê Hewremanê, berbibû û bi dijwarî birîndarbûye.

Ew kolberê Kurd, bi alîkariya xelk û hewla navenda Hawarhatinê ya binkeya Hawarhatinê ya “Qelacê” ya bajarê Sewlava, li bilindahiyên çiyayê “Tete” anîne xwarê û bo navenda dermanî veguhastin.