Du Kedkarên Kurd fetisîn

21:19 - 23 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Du kedkarên Kurd di Herêma Kurdistana Başûr de fetisîn.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şewa Pêncişemî 2`ê Xakelêwa 1398`an, du hevwelatiyên Kurd yên Kurdistana Rojhilat yên bi navên “Bêhrûz Ebdî û Pûriya Ebdî ku kur û bav bûn, û xelkê bajarê Urmiyê û bo kirêkariyê li Başûra Kurdistanê hatibûn di nav xêveta xwe de fetisîne.

Pûriya Ebidî temen 15 salî bi sedema bêhna gaza rejiyan difetise û bavê wî jî di yek nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Ev du kar û bav, xelkê Urmiyî di seryrangeha Şêx Turab a bajarê Hewlêrê, û di nav xêvetê de, bi sedema bêhna rejyan fetsîne.

Herwisa Pûriya kite kurê malê bû ku digel bavê xwe, bo dabînkirina dahata jiyana xwe, ev heyama salekê bû, di Herêma Kurdistana Başûr de mejûlê Kedkariyê bûn.

Bi sedema rewşa xirab a aboriya Îranê, û nebûna derfetên kar û bilindbûna nirxan, herwisa siyasetên şaş yên rayedarên hikûmeta Îranê, xelkê Îranê neçar dibin, rû li welatên derdorê bikin û di ecamê de jî rastî bûyerên giran yên bi wî rengî dibin.

\"\"