Du kasibkarên Kurd li bilindahiyên bajarê sînorê Şinoyê birîndar bûn

16:04 - 24 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, du kasibkarên Kurd li bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê dane ber gulleyan û di encamê de, herdu kasibkarên Kurd bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an) du kasibkarên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Mela Necmedîn” xelkê gundê Sofiyan û “Ebdulqadir Cesorî” xelkê gundê Nelos” di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar: Di vê bûyerê de, hejamreke pez û hespên kasibkarên Kurd jî bi sebeba gullerşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Herwisa çavkaniya agedar di vê derheqê de zêde jî kiriye ku: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, dest biser tiştên kasbikaran girtine.

Herwisa ev du kasibkarên Kurd yên ku di vê bûyerê de hatine binrîndarkrin, bo tedaviyên pizîşikî bo navendên dermanî veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 29`ê Banemera 1398`an, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Nasir (Cehanbexş) Husêynîpûr û Mihsên Husêynîpûr”, yên xelkê bajarê Pîranşarê jî bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûna birîndar kirin.