Du kasibkarên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin

21:42 - 12 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Du kasibkarên Kurd bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di bajarê Seqizê de hatine kuştin û birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 21`ê Banemerê, kolberê Kurd yê bi navê “Keywan Rizazade” yê temen 25 salî û kurê Nasir, bi sedema gullereşandina rasterast yên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê , canê xwe jidest da, û herwisa kolberekî din jî, yê bi navê, “Eta resûlzade” bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Ew du kasibkarên Kurd xelkê bajarê Seqizê ne û bigumana veguhastina alavên qaçax, di riya “Kanî Cejnî” de, rastî gullereşandina rasterast yên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine.

Eta Resûlzade ku di wê bûyerê de, bi dijwarî hatiye birîndarkirin, bo tedaviyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Seqizê hatiye veguhastin.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina pêştir, ew du kolberên Kurd dabûne ber gulleyan.

Her di vê derheqê de jî, roja Înê 20`ê Banemerê, kasibkarekî din yê Kurd yê bi navê “Es`ed Borke” yê temen 21 salî û kurê Silêman û xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema gullereşandina rasterast yê hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe jidest da.

Ew kasibkarê Kurd li cîhê bi navê “Xîwetgah” li bilindahiyên bajarê Şinoyê, rastî gullereşandina rasterast yên hêzên Spaha Pasdaran hatibû.