Du hevwelatiyên Kurd hatin azadkirin

20:24 - 28 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Sine, bi danîna barmteyê, li girtîgehê hatine azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 7`ê Xakelêweya 1398`an(27`ê Adara 2019`an) 2 hevwelatiyên Kurd, yên bi navên “Welî Nesîrî” temen 55 salî û “Efşar Fethî” 26 salî kurê Ehmed, û xelkê gundê “Tengîser” a girêdaiyî devera “Jawaro” a girêdaiyî bajarê Sine, bi danîna barmteyê hatine azadkirin.

Roja Sêşemî 27`ê Reşemeha 1397`an, “Welî Nesîrî” di cihê karê xwe de hatibû desteserkirin.

Di nîva Reşemeha sala borî de, “Efşar Fethî”, temen 26 salî, kurê Ehmed bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisyona hikûmeta Îranê” hatibû desteserkirin.