Du girtiyên Kurd li îdamkirinê rizgar bûn

16:44 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên Kurd ên bajarê Neqede û Urmiyê ku bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi îdamê hatibûne cezadan, li îdamkirinê rizgar bûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Îro Pêncşemî 3`ê Gelawêjê, Du girtiyên Kurd ên bi navên “Şahîn Xulamî” ê xelkê bajarê Urmiyê û “Mihemed Teymûrî” ê xelkê bajarê Neqedeyê, bi sedema lêxweşbûna malbata kuştiyan, li îdamkirinê rizgar bûn.

We Du girtiyene, di bendên 1 û 2 ê girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de bûn. Roja derbasbûyî ew Du welatiyên Kurd, li bendên wan bo hikmê îdamkirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Ew 2 welatiyên Kurd, bi tohmeta “kuştina bizanebûn”, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve, bi îdamê hatibûne cezadan, ku bi lêxweşbûna malbatên kuştiyan, li îdamkirinê rizgar bûn.