Du endamên Partiyeke Kurdistanî canê xwe ji dest dan

15:48 - 2 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Du endamên yekek ji Partiyên Kurdî ên opozîsiyona hikûmeta Îranê, di şerûpevçûnekê de digel hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe ji dest dan.

Roja Çarşemî, 6`ê Xermanan, malpera “Kurdistan û Kurd” a girêdayî HDK, basa can ji dest dana 2 endamên xwe bi navên “Îbrahîm Ezîznijad” û “Elî Bayîzpûr” li pevçûna digel Spaha Pasdaran di Serdeştê de kir.

Ew şerûpevçûna li gundê “Kele Reş” a girêdayî devera Serdeştê qewimiye û yekek ji rûniştiyên wî gundî bi navê “Mêhran Ehmediyan” bi tundî birîndar bûye. HDK, ji derheq wî şerûpevçûnê tu agehdariyek belavnekiriye.

Êwara roja Duşemî, 4`ê Xermanan, Xalid Şivane, endamê Spaha Pasdaran di nava bajarê Pîranşarê de, bi destê kesên nenaskirî hate kuştin, û heya niha tu kes an rêxistinekê, kuştina wî li stuyê xwe negirtiye.