Du ciwanên Kurd hatin desteserkirin

22:46 - 25 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê du ciwanên Kurd yên xelkê gundên girêdayî bajarê Merîwanê, desteserkirin û bo girtîgeha bajêr veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîtşiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 5`ê Xakelêweyê, du ciwanên Kurd yên bi navên Erselan Nîkxah temen 24 salî û kurê Arif,û Areş Nuzerî temen 23`ê salî û kurê Faîq xelkê gundê Serdoş a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Yek ji rûnştiyên wî gundî ev yeka jî erê kiriye ku, desteserkirina van du ciwanên Kurd bi bê destûra dadgehê hatiye encam dan.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Ev du ciwanên Kurd piştî desteserkirinê bo girtîgeha vî bajarî veguhastine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, li sedema desteserkirina van du ciwanên Kurd tu zaniyariyek ber dest nînine.