Du çalakvanên medenî yên Kurd ji aliyê îdareya îtila`atê hatine gazîkirin

21:04 - 11 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên medenî yên Kurd ji aliyê Îdareya îtila`ata bajarên Mehabad û Şinoyê hatine gazîkirin.

Li gorî rapora gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 20`ê Xakelêwey(9`ê Nîsan)`ê, çalakvaneke medenî ya Kurd ya bi navê “Ayşe Ebdalî” xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê îdareya îtila`ata wî bajarê hatiye gazîkirin û lêkolîneve lê kirin.

Hêzên îtila`atê, gef ji wê çalekvana medenî ya Kurd xwarine da ku, dawî bi komkirina alîkariyan yên li jêr navê “Zagiros çavnihêrê me” bo xelkê zirarberketî yên bajarên Kurdistanê bîne, û ew çalakvana medenî ya Kurd piştî du demjimêran lêkolîne lêkirin hate azadkirin.

\"\" Ebas Haşimpûr
Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 20`ê Xakelêwey(9`ê Nîsan)`ê, çalakvanê medenî yê Kurd yê bi navê “Ebas Haşimpûr” ji aliyê îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê hatiye gazîkirin, û ji navbirî re hişdarî dane ku, dawî bi komkirina alîkariyan bo xelkê zirarberketî yên bajarê Luristanê bînin.

Piştî rabûna lehiyê li bajarê Luristanê, Encûmenên medenî li Kurdistanê, kempêyna bi navê “Zagiros çavnihêrê me” bo komkirina alîkariyan bo xelkê zirar berketî yên bajarê Luristanê lidar xistine, û ew kempêyna jî, di gel pêşwaziya xelkê Kurdistanê rûberû bû.