Du çalakvanên kedkarî hatine desteserkirin

11:38 - 6 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê li nêzîk bajarê seqizê, du çalakvanên kedkarî binçav kirin û piştre jî, yek ji wan kedkaran bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 14`ê Xermanan, du çalakvanên kedkarî ên bi navên, “Kamran Saxtimanger û Seyîdelî Husênî” ji aliyê hêzên îtila`at a hikûmeta Îranê ve, lê nêzîk bajarê Seqizê hatine desteserkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê, piştî desteser kirina ew du çalakvanên kedkarî, “Seyîdelî husên” bi danîna barimteyê bi awayekî demkî azad kirin e û “Kamran Saxtimanger” jî bo bajarê Sine veguhastin e.

Heya belavbûna vî nûçeyê, li sedemên binçavkirina ew du çalakvanên kedkarî û azad kirina yek ji wan, tu zaniyariyek ji ber dest nîne.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî ya heftiya derbasbûyî, hêzên îtila`atê êrîş kiribûne ser mala “Kamran Saxtimanger”, ê çalakvanê kedkarî ê xelkê bajarê Sine.

Hêzên îtila`atê piştî vekolîna mala wî çalakvanê kedkarî ê Kurd, hindik tiştên şexsî ê navbirî yên wekî: “Nasname, kaxezên ceribandinên pîzîşkî, pirtûk û harda kampiyûtera wî” ji xwe re birin e.