Du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd hatine desteserkirin

15:32 - 19 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd yên xelkên bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtlia`atê hatine desteserkirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Roja Yekşemî 28`ê Rêbendanê, du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd yên bi navên “ Arman Wefayî, û Şaho Ferecî” xelkên bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`atê hatine desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Hêzên îtila`atê Şaho Ferecî, di yek ji kolanên bajarê Sine de desteserkirin, û herwisa Arman Wefayî jî di mala xwe de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Piştî ku hêzên îtila`atê ew du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd desteserkirin, malên wan vedikolin, û dest li ser tiştên wan yê şexsî de digrin.

Heya belavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek derheq çarenivîsa wan du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd de, ber dest nîne.