Dîsan welatiyekî Kurd hate îdamkirin

12:54 - 29 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd di girtîgeha  bajarê Selmasê de, bi tohmeta kuştina bizanebûn, bi îdamê hatibû cezakirin, hikma wî ji aliyê berpirsên wê girtîgehê ve hat cîbicîkirin.
 
Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê roja Pêncşemî, 4ê Rezberê, berpirsên girtîgeha navendî a bajarê Selmasê, cezayê lidarvekirina wî girtiyê kurd ê bi navê “Elî Emîzade” li girtgeha wî bajarî de cîbicî kirin.
 
Ew girtiyê Kurd roja Çarşemî, 3ê Rezberê, bo cîbicîkirina cezayê lidarvekirinê, bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
 
Dezgeha dadwerî a hikûmeta Îranê, bi tohmeta kuştina bizanebûn, cezayê lidarvekirinê bi ser wî de sepandin.
 
Di meha Rezbera îsal de eve pêncemîn girtiyê kurde ku di girtîgehên Kurdistanê de hatine îdam kirin.