Dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin

18:45 - 14 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Bane, kolberekî Kurd hate birîndarkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajasnsa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 23`ê Reşemeh(14`ê Adar)`ê, kolberê Kurd yê bi navê “Re`ûf Arifî” temen 50 salî, û bi sebeba gullereşandina rasteras ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Bane hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina pêştir, ew kolberê Kurd dabûne ber gulleyan, û navbirî bo çareseriyên pîzişkî, bo nexweşxaneya bajarê Bane veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de jî, roja Duşemî 20`ê Reşemeh(11`ê Adar)`ê, kolberê Kurd yê bi navê “Efşar Seyadîniyaz” temen 16 salî û xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema berbûn li bilindahiyên çiyayê “Te Te”, li cîhê bi navê “Teximiga” a li hemberî “Guna”a girêdayî devera Hewramanê canê xwe ji dest da.