Dîsan birîndarbûna kolberekî din

20:57 - 26 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberek din yê Kurd yê xelkê bajarê Banê, rastî gullereşandina rasterast yên hêzên leşkerî yên wî bajarî hat.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberek Kurd yê bi navê “Umer Mihemedî” kurê Sadiq û xelkê gundê ”BileSen” a girêdayî bajarê Banê, rastî gullereşandina rasteras yên hêzên leşkerî yên hikûmetê hat û di encamê de birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bi bê agahdar kirina berê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikêmetê ve, rastî gullereşandinê hatiye.

Her di vê derhegê de, roja Sêşemî, 4`ê Pûşperê, Kolberek bi navê “Hêmin Salihpûr” û 21 salî û kurê Selîm yê xelkê gundê “Altot” a girêdayî bajarê Banê, di dema Kolberî kirinê de, bi sedem gullereşandina rasterasta yên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, canê xwe ji dest da.