Dîsa teqeya hêzên Spaha Pasdaran, Kolberekî kurd birîndar kir

12:23 - 16 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê “Qotûrê” birindar bû.

Li gorî nûça ku gihîştîye Ajansa Nûçegihaniya” Kurdpa”yê, roja Înê, 22`ê Xermanan, Kolberekî Kurd ê bi navê” Mihemed Hadîzade”, 25 salî, kurê “Esed”, xelkê Gundê “Yûsif ava” a ser bi dervera Qotûr a bajarê Xoyê, bi gulereşandina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, bi dijwarî hate birîndar kirin.

Ew kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê, li ser sînorê Qotûr, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve teqe jê hate kirin û ji aliyê akinciyên wî deverê ve, bo navenda dermanî a bajarê Xoyê hate veguhastin.