Dinavbera hevwelatiyên bajarê Şinoyê û hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran alozî derket

20:29 - 18 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Di navbera hevwelatiyên bajarê Şinoyê û hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, alozî derket.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 27`ê Cozerdana 1398`an, hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, êrîşî li ser hevwelatiyên bajarê Şinoyê kirin û xwastine telefonên du ciwanê Kurd ên wî bajarî dest bi ser de bigirin û her bi vê sebebê jî, di navbera van de, alozî derkete.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Ew aloziya li pêşberî binkeya leşkerî ya bi navê Semedî çê bûye û hêzên Spaha Pasdaran jî, ji ber berxwedaniya hevwelatiyan, neçarbûne cihê aloziyê biterkînin.

Her di vê derheqê de, jî, roja Yekşemî 26`ê Cozerdana 1398`an, hêzên Spaha Pasdaran, li gundê, Qereseqel a girêdayî bajarê Şinoyê, dorpêçkirbûn û hereket û hatiçûnên hevwelatiyan çavdêrî dikirin.

Hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran ên hikûmeta Îslamî a Îranê, rêya serekî ya wî gundî, seytera vekolînê danînbûn û vesayîtên hevwelatiyan bi awayekî hûr vedikolan.