Dilê Tirsonek sîngê gewir nabîne

19:46 - 17 Gulan 2015
Unknown Author
Mihemed Hemo

1-Dewleta îslamî ya Îran ketiye bi qîrana aborî ya pir mezin

Ji berê de Kurd gotiye (Dilê tirsonek sîngê gewir nabîne.) Ez wek dizanim miletê Kurd miletekî dilêre, ticarî tirsonek nebûye, gelek ji kurdnasên biyanî jî ev nerîn li ser miletê kurd belavkirin wek: Serdarê hêzên Yûnanî Zînefon li pêş zayîna pêximer Îsa, gava bi Îskenderê mezin re derbasî Kurdistanê bûye, di kitaba xwe ya Anebasîs de li ser dilêriya gelê kurd nivsiye û gelek çêr(qal)a dilêriya gelê Kurd kiriye. Ji bilî wî jî gelek kurdnasan pêwera kurdnasî, dilêrî û dadyarî danane. Ji wan Kurdnasan Marko Bolo û Rîkoldode yê Îtalî di sedsala sêzdê û çardê de. Birarî Yûhana yê Almanî di sed sala panzda de. Ta digîne Tomas Bawa yê Firansî û Mînoriskî, Lêrx,Lazerêf û Nîkîtîn Boşkîn yên Rûsî di van sedsalê dawî de . Va kurdnasan hemiyan di pirtûkên xwe de belavkirine û gotin e ku miletê kurd miletekî natirse û dilêre yanê gelê Kurd bi dilêriya xwe di Cîhanê de navdar e.

Lê ez nizanim Partiyên Kurd ev kultûrê tires ji ku pêde kirin e? roj ji rojê di nav miletê kurd de vê kultûrî diçînin û xurtdikin.

Em dikarin hinek numûne ji xwendevanan re pêşkêş bikin:

1-Di serhildana Kurdistana rojava de, gava di 12`ê Azara 2004` ê de li bajarê Qamûşlî di yarî geha wî bajarî de şer di nan Kurd û Ereban de bi derket û hêzên ewlekariyê piştgirya Ereban kirine û gule berdane ser gelê Kurd û kuştine, bi wê xeberê re li hemî deveran Kardan (bertek) serî hildan û sîngê xwe dan ber guleyên leşkerên dewletê û bê tirsa mirinê êrişî ser Binge û dezgehên hêzên dewletê kirin. Bi dehan Şehîd û bi sedan girtî û birîndar dan ta ku hêzên dewletê ji ber gelê kurd reviyan û hindever bajar di destê gel de man wek bajarê Afrîn û Kobanî û hin bajarokên din jî tam ji hêzên rijêmê hatin rizgarkirin.

Partiyên Kurd yên li wî perçî, ketin dewrê li şûna bi dewletê re danûstandinan li ser mafê Kurd bikin; ji dewletê re gotin Em amedene vê teşqlê rawestînin, zimanê wan nedigerî ku bigotan serhildan jî.

Ew partî hemî ketin nav milet û kulturê xwe yê tires belavkirin ta raperîn rawestandin vê beramber, nikarîn doza girtiyên raperînê jî bikirana. Ev bû dîrokek reş di dîroka xebata siyasî ya partiyên Rojava de.

Îro carek din jî li Kurdistana Rojhilat we li sere me tê, di buyera Ferînaz Xusrewanî de, gava gelê Kurd li Mehabadê serî hilda û bi vê re pê re serhildan derbazî seranserî Kurdistana Rojhilat û deverên Kurdistanê jî bû, çi di hundirê Komara Îslamî Îranê de û çi jî li derva yî sînorê Îranê li pêşiya Balyozxanayên Îranê gelê Kurd karîbûn fişarek mezin li ser Dewleta Îslamî ya Îranê bikirana û bi dewletê re biketana danûstandinan li ser mafê xwe yî netewî.

Mixabi ez dibînim ku partiyên Rojhelat jî dikin bikevin ew şaştiya partiyên rojava; miletê kurd çavtirsayî bikin ta ku dest ji serhildana xwe berdin. Erê Raste rejîma îslamî ya Îranî rijêmek tund û hovane ye, lê miletê Kurd jî miletekî qehreman û xurte. Xwedî dozek rewa ye, çavê dewleta Îslamî ya Îranê dikişîne .Îro ji hemî partiyên Kurd tê xwestin piştgiriya vê serhildanê bikin hevdu bigrin ta bikaribin dostên raperînê di dunyayê de peyda bikin û pêwendiyên xwe xurt bikin. Gelê kurd ku çawa karbû li hemerî hêzên teror ên DAŞÎ raweste; balên wan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bişkêne û xwe di çavên cîhanê de mezin bike. Divê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî raperîna xwe ranewestîne, ji berku hekî ev raperîn berdewam bibe, dostên Kurd çi de Îranê de û çi jî di Çîhanê de pirdibin. Dewleta îslamî ya Îranî îro di rewşek gelek xerap de ye:

1-Dewleta îslamî ya Îranê ketiye bi qîranek aborî a pir mezin de

2-Rewşa wê ji aliyê pêwendiyên navdewletî de ketiye bin xeteriyek mezin de.

3-Şer li serê xwe fereh kiriye ; rewşa wê ya herêmî ne rihete û hemî dewletên di sînorê wê de jî bi vê re nedost in.

4-Di nav xwe de jî kêşeyên mezin hene; çareser nekirin ew jî bûye qîranek nav xweyî.

5- Dewletek pir netewe ye û çar ji mafê netewan re nekiriye .

Ev bendên ser hemî li berjewendiya raperîna Mehabadê ne, divê Kurdên Rojhelat bikoşin û li berxwe bidin, serkeftin ji wan re ye û partiyên wê parçê Kurdistanê dest ji kulturê tires berdin miletê Kurd miletekî dilêre wê serkeftinê bi dest bixîne.

Madam nerînek hevbeş di navbera hemî Kurdnasên cîhanê de heye ku dibêjin Kurd miletekî dilêr û wêrek e. Çima partiyên Kurd wê tirsonek û newêrek bin? Ma ew jî ne ji miletê kurdin? Di vê demê de çi partiyê ku milet çav tirsayî bike û destê xwe bide pêşiya serhildana wan, diyar dike ku ew partî di ne di xizmeta kurd de ye, di xizmeta dujminan de ye.

Ji berê û paşê de pêşiyên me gotine (dilê tirsonek sîngê gewir nabîn e)

Mirovê ji avê bitirse di jiyana xwe tevî de, li ber deryayê rûne fêrî avjeniyê nabe ta bi xwe nekve avê!. Mirovê ji ajotina tirombêlê bitirse, li tirompêlên dinayê tevayan siwarbe, fêrî ajotina tirombêlan nabe, Eger bi xwe neajo!.

Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa berbirsayetiya wê bistû nagre