Dibistanek Navendî Li Xurasanê 15 Sal E Bêbeş E Ji Rêya Hatin Û Çûnê

11:43 - 3 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Dibistana navendî ya Îmam ku ketiye bajarê Kelat li Xurasana Rezewî, heyamê 15 salan e ku bêpar e ji rêya hatin û çûnê û qutabî neçar in bo gihîştin bi dibistanê ji rûbarek derbz bin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Xurasana Rezewî, bo çareserkirina vê pirsê, 7 mehan beriya niha berpirsê îdareya Perwerde û Pêgihandina Xurasanê serdana vê dibistanê kir û biryar da ku di heyamê heftiyekê de vê pirsê çareser bike. Lê piştî derbazbûna 7 mehan hêj qutabî ligel pirsa hatin û çûnê berbirû ne.
Çavkaniyê ev yeka jî eşkere kir ku bi sedema xirabûna rê hinek ji qutabî û mamostayan dest û pêyê wan hatiye şikandin û eva jî bûye sedem ku bo heyamê çend heftiyan dibistan werin daxistin.
Bajarê Kela dikeve Bakûrê Rojhilata Xurasanê û 150 kîlometriya bajarê Meşhedê. Vî bajarî nêzkî 8 hezar kes nifûs heye û piraniya xelkê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Lorî û Farsî qise dikin.