Di şer de kuştina zarokan dawîhatina mirovahiyê ye

14:03 - 2 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Evîn Berçem
Min îroj dîsa di nûçeyên televizyonan de mirina zarokan dît. Bavek ji bo lawikê xwe ê mirî digiriya. Navê kurê wî ê pênc salî Beşar bû. Jiyana Beşarê pêncsalî bi agirê bombeyekê bûbû mistek xwelî. Kî dizane bê Beşar çi dikir gava bombe rastî wî hat? Gelo çi difikirî? Xeyalên wî çi bûn? Mirina zarokan ya di nav şer de ji bo mirovahiyê şermeke mezin e.

Şermek xwe di xwînê de belav dike û jiyan tarî dike. Mahneya jiyanê diqede û demeke kurt tahma mirinê bi ser me de digire. Mirin sar e. Mirinên di nav şer de bi tevî bombe û guleyan dikeve canên biçûk; bi agirê mehşerê rihê me dişewitîne.

Em dizanin bê şer û mirin û biçûkxistina mirovahiyê çi ye. Mirov dimirin; kal, pîr, zarok, jin, xort. Dê û bav dimirin. Nanên tenûrê dişewitin, amadekirina dawetan wenda dibin û xanî dişewitin. Cihêzên bûkan, çenteyên dibistanê ên zarokan tevî hêviyên wan disotin.

Dixaneke reş ezmanê gund dinixumîne. Bêhna dar, cil, heywan û mirovan tê û mirin dibe xencerek û dilê mirovahiyê perçe dike.
Ma em nizanin tirs çi ye? Tirsên ku di keç û lawên çavbelek de pêl dibin.
Mîna zarokên kurdan, zarokên ereban jî dimirin.
Ji sedî nod mirovên ku di vî şerî de tên kuştin sivîl in. Di herba cîhanê a duwemîn de hejmara kuştiyên sivîl ji sedî şêst û pênc bû. Bi kêmanî nîvê hejmara kuştiyan zarok in. Alavên çek ên şer, îro modern in û mixabin hedefa xwe serûbin dikin.
Zarok bi zordarî dibin leşkerên şer. Em di dîmenên rojname û televizyonan de dibînin ku çek û tifingên zarokan ji bejna wan dirêjtir in.

Li gorî Unicefê, mafê her zarokekî ji bo jiyanê, pêşveçûn û xwedîderketinê heye.
Lê, ev maf ji bo zarokên di nav şer derbas nabe.
Bîlançoya ku Unesco dîyar kir ev e: Ji sala 1990î û bi vir de milyonek zarok bê dê û bê bav, sêwî mane. Donzdeh milyon zarok bêmal mane û şeş milyon jî birîndar in. Du milyon zarok mirine, du milyon jî seqet mane.

Her roj du sed û pêncî hezar zarok di bin rîsk û tehlûkeya şer de ne. Leşkerên zarok ji bo armancên hêzên leşkerî ên şer tên bikaranîn. Bombeyên xwekujiyê bi xwe de diteqînin, spiyoniyê dikin û mixabin wek alavên seksûel tên bikaranîn. Ên ku şîdetê dibînin, bêhejmar in.

Di vê sedsala me de şer eybeke mirovahiyê ye. Berjewendî çi dibe bila bibe, şer pêtên agir e! Zarok, dê, bav, kal û pîr, xwişk, bira û heval tên kuştin! Mirov dibin kujer û hevdu dikujin. Bi çekên kîmyewî heta heywanên bê guneh jî di nav şer de dikizirin. Ma ew wêneyê bavê ku zaroka xwe hemêz kiribû û ji ber çekên kîmyewî li erdê dirêj bûbû, hinekî dilê şerxwazan nelebitand? Gava polîs li hemberî kamerayên televizyonan destê zarokekî li pişt wî bada û got qirp û şikand, ma deng çû kesî? Ma mirov ê çawa kuştina Ugur Kaymaz û Ceylan Önkol ji bîr bike?
Di şer de kuştina zarokan dawîhatina mirovahiyê ye.
Carcaran dengên gazinan tên guhê min.
Dibêjin: ”Bila hebkî jî ereb, tirk û ecem mirinê bibînin. Bila zarokên wan jî bimirin, da ku ew jî fêm bikin bê em kurd çiqasî derd dikişînin”

Gotinek li hemberî van ramanan nîne ku ez binivîsim. Bêhna min diçike û ji ber van fikrên gunehkar fedî dikim...

Zarokên we ne zarokên we ne,
Ew keç û kur ên ku rêya xwe digerin, zarokên jiyanê ne.
Bi rê ya we hatin, lê ne ji we hatin
Herçi bi we re bin jî, ne ên we ne.
Hun dikarin evînên xwe bidin wan, lê ne ramanên xwe.
Ji ber ku, ramanên wan jî hene.
Hun dikarin bedenên wan li cem xwe bihêlin, lê ne rihê wan.
Ji ber ku rih di pêşerojan de ne,
Lê hun nikarin pêşerojê di xewnên xwe de jî bibînin,
Hun dikarin hewl bidin ku bibin mîna wan,
Lê qet zorê nedin ku ew bibin mîna we.
Jiber ku jiyan şûnde venagere, danûstandinê wî jî bi paşerojê re nîne.
Hun birca kevanê ne, lê zarokên we tîrên ku ji we gelek dûr hatine avêtin
Tîravêj hedefa di rêya bêdewitiyê dibîne
Bi quweta xwe a bilind birca kevanê xwar dike û dihêle ku tîr bifire dûr
Xwe di ber tîravêj de bi şanazî xwar bikin
Ji ber ku tîravêj qasî ku tîrê dûr çûye,
Bi serî hildayî, birca kevanî jî hez dikin…
Xalîl Cibran