Di pêxema nan de, du kolberên din bi teqeya hêzên nizamî bûne qurbanî

19:50 - 16 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd xelkê yek ji gundên devera “Kotol”ê li sînorê bajarê Xoyê, bi teqeya rasterast a hêzên mizamî ên hikûmetî ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye malpera “Kurdpa”yê, şeva derbazbûyî, hejmarek ji kolberên Kurd li devera “Kotol” a bajarê Xoyê, dikevne kemîna hêzên nizamî ên hikûmetî, û di vê pêwendiyê de, kolberekê canê xwe ji dest da, û kolberekî din jî bi giranî birîndar bû.

Ew du kolberê Kurd yê bi navê “Ebdullah Yusifî” hate kuştin, û “Êhsan Xalidî” jî birîndar bû, ku xelkê gundê “Razî” ya devera Kotolê ne.

Bi gotina wê çavkaniyê, “Ebdullah Yusifî” gulleyek li serê wê dane, û dest bi cî canê xwe ji dest da, û herwisa “Êhsan Xalidî” bo çareseriya pizişkî bo yek ji navendên dermanî ên bajarê Urmiyê hate şandin.