Di heyamê sê mehan de, 142 çalakên çandî û siyasî li Kurdistanê hatine destbiser kirin

18:21 - 31 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: Dezgehên dadê, ewlehî-polîsî yê hikûmeta Îslamî a Îranê di heyamê sê heyvên derbasbûyî de, zêdetir ji 142 kes ji çalakên siyasî û çandî yê Kurd di herêmên Kurdakincî yên Îranê de, destbiser kirine.
Pêka amarên belawkirî di malper û xeberhinêriyên bawer pêkirî de, di heyamê sê heyvên derbasbûyî de, di piraniya bajêr û gundên herêma Kurd akincî di Îranê de, komek berçav ji hemwilatiyên Kurd yan ji aliyê hêzên Îttilaatê we hatine destbiser kirin, yan jî piştî gazîkirina wan ji hêla dezgeha dadê we hatine kelemçe kirin. Xwandekar û çalakên parastina xwazayê parek in ji wan destbiserkirya.
Sûçê hin ji wan destbiserkiryan “xebat bi dijî tenahiya neteweyî” bi hegera alîkarî kirin tevî yêk ji partiyên opozisyon ên dij bi hikûmeta Îslamî a Îranê hatiye ragehandin.
Herwisan di nava wan girtiyan de, komek berçav ji xebatkarên sivîl, çandî û weşanê li Kurdistanê tên xuya kirin.