Di bajarê Urmiyê de, 33 kesan bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane

15:33 - 24 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Zêdeyê 30 kes li hevwelatiyên bajarê Urmiyê bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane.

Berpirsê hêzên leşkerî yê bajarê Urmiyê ragijhandiye: Di sala 1397`an de 33 kes li hevwelatiyên bajarê Urmiye, bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jidest dane.

Mes`ûd Xoremniya ku di civîneke mediyayî de daye zanîn ku, di nava wan 33 hevwelatiyên ku bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane 32 ji wan mêr û digel jinekê bûne.

Li gorî amara Saziya pizîşkî ya yasaya Îranê ku li sala 1397`an, daye zanîn, 3 hezar û 672 kes di Îranê de bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jidest dane, û ew amare li gorî sala 1396`an ku 3 hezar û 56 kes bûye, 20% ji zêde kiriye.

Li gorî wê amarê rojane di Îranê de nêzî 11 kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jides didin.

Li gorî amarên Navendên berevanîkirin li madeyên hişber di Îranê de, zêdeyê 1 milyon û 400 hezar kes ku rastî madeyên hişber hatine hene, û eve di demekê deye ku, amarên nefermî bas ji 4 milyon kesên ku rastî madeyên hişber hatine hene.