Dewreyeke hînkirina zimanê Kurdî li bajarê Bokanê hate lidarxistin

15:31 - 6 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Dewreyeke hînkirina zimanê Kurdî bi alfabeyê a Soranî û Kurmancî, li bajarê Bokanê hate lidarxistin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Navenda Kultûrî û hînkirinê ya Beyan li bajarê Bokan û gundê “Kanêreş” a girêdayî wî bajarî, dewra hînkirin a rênivîsa alfabeyê a Soranî û Latînî bidawî anî.

Ew dewra hînkirinê, bi amadebûna komek mamostayên ziman li gundê “Kanêreş” a girêdayî bajarê Bokanê birêveçû, û piştî cerbandina wê dewra hînkirinê, roja 15 û 16`ê Xakelêweyê û(4 û 5`ê Nîsan)`ê, dawî bi wê dewrê hat, û karnameyên derçûna amadebûiyên vê dewrê hate par vekirin.

Dewra hînkirina rênivîsa Soranî, mamosta “Şilêr Qadirzade û Hêro Piyade” lidarxistibûn, û herwisa rênivîsa alfabeyê a latînî, mamosta “Nasir Qadirzade” lidarxistbû.

Di wê dewra hînkirinê de,ya alfabeyê a Soranî û Latînî de, ciwan û kesên bi temen beşdar bibûn.