Destbiserkirina du hunermendên Erebên bajarê Ehwazê

14:01 - 19 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurpa: Du hunermendên Ereb bi sebeba rexnegirtina ji rewşa ewlehiya dewleta Rohanî hatine destbiserkirin.

Li gor nûçeyên gihiştine nûçegihaniya Ajansa Kurdpayê, hêzên ewlehiya Abadanê di hefteya derbazbûyî de du hunermendên wî bajarî destbiser kirine, ku heyanî niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Hunermendên bi navê Se’îd Hesen Mûsevî û Reûf Dolfî di vê heyamê rexne ji şê’ir û çalakiyên torê civakî weke Înistigramê di aliyê ewlehiyê de ji dewleta Rohanî girtibûn.

Malpera Radyo ya zemane di vê derbarê de behis ji gazîkirina hejmarek ji hunermendên bajarê Abadanê dike.

Herwiha di vê tometê de, heyanî niha tu zaniyarike bona wan şa’irên Erebên Ehwazê li ber dest nine.

Di 22’ê meha Sermawezê de, du jinên çalak ên wênegir bi sebeba beşdarîkirina di nerazîbûyîna sebaret bi gohertina ava çemê Karûnê bona navçeyên derveyî Ehwazê hatibûne destbiserkirin.

Di 2 salên derbazbûyî de çend kesên hunermend, sivîl û rojnamewan ser bi neteweyên niştecihên Îranê bi sebeba rexnegirtin ji rewşa ewlehiya wî welatî, ji aliyê navenda ewlehiya dewleta Hesen Rohanî ve, gazî wan kirine, û gellek ji wan xistine girtîgehê de.