Dersa Kurdî ya bijartî: Malhuleke sîyasî

16:47 - 12 Tebax 2012
Unknown Author
Xaço

Ma yeke ku biwe, kurdan li welatê xwe mîna koçber û bîyanî yan jî zimanê wan wekî zimanekî bîyanî bihesibînî û rewayî dersa hilbijartî bibînî û vê jî mîna gaveke tarîxî nîşan bikî. Ma ev ne durûtî ye, heq û azadiyên ku ji tirkên Qibrisê, Almanya, Kosova, Yonanistan û Bulgarîstanê ra rewa dibînî, layiqî kurdên Tirkiyê û Kurdistanê nebînî!

Serwezirê Tirkîyê, Erdogan di kombûneke partiya xwe, AKP da xewera rêlibervekirina dersa kurdî ya hilbijartî mîna mîzgînekê aşkere kir. Wî di kombûnê da wer gotiye:
„Di çarçiweya Qanunê Derheqa Hînbûna Ziman û Zaravayên Cûda, di bin navê ´Ziman û Zaravayên Zindî´ da telebeyên me ê bibin xwedîyê imkana hêvîsîna (hînbûna) ziman û zaravayên cîwarî. Nimûne, eger têrî xwe telebe bên ba hev, kurdî mîna dersa hilbijartî ê bê dayîn, biberxistin û hêvîsîn. Ev gaveke tarixî ye!...“Çeşîdên mîna êlîtên Tirkan yên ku navlêkirinên neçê û zikêşandî îcad dikin li rû dunyê kêm in. Çîn ê pêva ne, nimûne sewa ku navê kurd û kurdî nînin ser zimanê xwe û nekevin belgeyên resmî, nav û navlêkirinên mîna „zimanê neaşkere“ yan „zimanekî nêzanîn“ bikar tînin. Yek ji wan navlêkirinan jî „ziman û ziraveyên zindî“ ye. Çi navlêkirineke ecêb e, ne weng e! Ew î zimanên mirî tîne bîra meriva. Çi qey navê „ziman û zaravayên li ber mirînîyê“ yan jî „zimanên cankêşî“ lênekirine!? Va navan ê hîn rind lêbihatana. Di eslê xwe da, li Tirkîyê ji xêyrî tirkî, ziman û zaravayên zindî li ber mirîniyê ne. Namzetên cankêşîyê ne. Cankêşîyeke bi destê esîmîlesyona bi zorê ye.

Li gorê hayadarîyên ku hetanî niha hatine belavkirin, dersa kurdî ya hilbijartî dê li ser dexwaza dêûbavên di refa 5an ya perwerdeya bingehîn da, serî heftê 3 û 4 seeta li mektewên navîn bê pêşkêşkirin.

Tiştekî ecêb e, giregirên dewleta Tirkîyê xwe wekî mamhosteyê her merem û mijarê dizanin û ji xwe ra heq û wezife dibînin ku derheqa derd û dexwazên kom û miletên ne tirk da bêyî riza wan fetwa bidin.

Bînin bîra xwe, çendekê di ber Erdogan, şûngerê (cîgir) wî, Arinç gotibû kurdî ne zimanê bajarvanî ye û lewma bikaraniya wî di qadên şîretkirin û perwerdekirinê da ne rewa ye. Di kar û gotinên bêqimetkirina zimanê kurdî da Erdogan jî ji şûngerê xwe name. Ew jî perwerdeya kurdî qebûl nake û zimanê kurdî tenê rewayî dersa hilbijartî ya li ser serîlêdane (bergerîna) dêûbavan dibîne. Tê bibêjî ew î xêra belav dikê. Bi ser da jî, dipê ku kurd sewa vê „gavê tarixî“ jê ra minetar bin û destan li hev xin.

Sêyr e, serwezirê Tirkîyê, te bibêjî wî hay je şorê devî xwe neye, makzimanê hevwelatiyên kurd, yê niştecîhên Kurdistanê mîna zimanêkî bîyanî dihesibînê. AKP xwaztekên kurda yên heq û rewa kel û kol dike û wekî hacet ji bo bêhêzkirina hereketa kurdan bikar tîne. Ma TRT şaş jî ji aliyê sîyasî da bi amanceke wer nehat û naye bikaranîn?

Ma yeke ku biwe, kurdan li welatê xwe mîna koçber û bîyanî yan jî zimanê wan wekî zimanekî bîyanî bihesibînî û rewayî dersa hilbijartî bibînî û vê jî mîna gaveke tarîxî nîşan bikî. Ma ev ne durûtî ye, heq û azadiyên ku ji tirkên Qibrisê, Almanya, Kosova, Yonanistan û Bulgarîstanê ra rewa dibînî, layiqî kurdên Tirkiyê û Kurdistanê nebînî!

Li gorê hen zanyar û çavdêran nîşanên cîhgirtina zimanê kurdî li Kurdistana Bakur di refa zimanên li ber miriniyê da her ku çû zêde dibin. Ji gumanê ne dur e, ku zimanê kurdî di nivê yekem ya vê esrê da ji avûrûyê esimîlesyona ku 90 sale tê domkirin bigihê qonaxe cankêşîyê.

Zanyar û şaîrê kurd yê bi nav û deng, Ebdula Pêşêw çend meha di ber vê, pîştî vegera xwe ya Kurdistanê (Başûr) di panelekê da dazanîn ku zimanê kurdî li ber metirsiya jinavrabûnê ye û bangî hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ew Akademiya Zimanê Kurdî ava bike, zimanê kurdî biparêze û nehêle ku ew ji nav rabe.

Ma dersa hilbijartî dikane ku pêşî li jinavrakirina zimanê kurdî bibire? Makpirsa di derbarê mijara ders kurdî ya hilbijartî da ev e.

Ji bo zimanekî ku ketiye nav heyam û qonaxa cankêşiyê dermankirineke redîkal pêwîst e, wekî şokterepîyekê. Ew jî derhal destpêkirine perwerdeya kurdî ye. Jî vê kêmtir dersa kurdî ya ferz e, ne ya hilbijartî. Derseke ku pê telebeyên kurd ji destpêkê da hetanî dawîya perwerdeya navîn ziman, edeb û tarîxa kurd û Kurdistanê bihêvîsin. Kêmtirî dersa ferz têrê nake û gereke ku meriv pê razî nebe.

Dersa kurdî ya hilbijartî, ku nêt ne ew be jî, pêşî li perwerdeya bi kurdi digre û wê bi derengî dixe. Bikêrîya wê, bi gotina almana, mîna çilkek ava li ser kevirê sorkiri ye. Dersa hilbijartî, her çiqas ku ew wekî gaveke erênî xuya bike jî, nikane pêşî li cankêşîya kurdî bigre. Lewma ew heq dike ku wekî malhuleke sîyasî bê binavkirin.

Manîdar e ku ev „gava tarîxî“ di qonaxeke han da tê avetin: Şer diqewime, balafirên şer herdê Kurdistanê bombebaran dikin, xweza tê wêrankirin, sivîl, gerîlla û esker tên kûştin, yên hilbijartî jî tevê bi hezaran meriv tên binçavkirin û mehkumkirin.

Jêder: dengêazad