Derhînerekî Kurd xelata “Henara Zêrîn” a Ustralyayê bi dest xist

16:49 - 26 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Hîwa Emînnijad derhînerê Kurd xelata “Henara Zêrîn” wekî derhînerê herî baş ê fetsîvala fîlmên Îranî li welatê Ustarliyayê bi dets xist.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Kurdpa, li şeşemîn gerra festîvala fîlman de, ku di welatê Ustraliyayê de bi rê ve çû, şeş fîlmên “Xwedê digel te be analog”, “Lantorî”, “An Dêmî Giro”, “Ejdîha tê”, “Min” Birayê min Xosrew” û “yek û dawî” hatin xelatkirin.

“Şehram Mukrî, Fatime Mu’itemêdarya û Bêhrûz Wisûqî” dadwerên vê festîvalê bûn.

Herwisa xelata “Henara Zêrîn”, bo baştirîn derhîner, bi fîlma “Xwedê digel te Analog” hate bexşîn, ku ew fîlma ji aliyê “Hîwa Emînnijad” ve berhem hatiye.