Derheq cihê xwedîkirina ciwanê Kurd yê xelkê bajarê Bane tu zanyariyek ber dest nîne

16:37 - 25 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Piştî derbazbûna 10 mehan li ser desteserkirina ciwanê Kurd yê xelkê bajarê Bane, heya niha jî zanyariyên dirust derheq cihê xwedîkirina wî de ber dest nînin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ciwanê Kurd yê bi navê Peyam Nûrî, ê xelkê bajarê  Bane, piştî derbazbûna 10 mehan li ser desteser kirina wî de, heya niha jî tu zanyariyek derheq cihê xwedîkirina wî ber dest nînin.

Li gorî gotina çavkaniya agehdar, ev ciwanê Kurd li rêkevta desteserkirinê heya niha, ji mafê hevtîna digel malbata xwe bê par bûye.

Ew ciwanê Kurd, roja Sêşemî 3`ê Sermaweza sala 1397`an digel Riza Meryemî bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin û ev bo cihekî nediyar veguhastine.