Dayîka Behmen Qobadî li balafirgeha navnetewey a Xomêynî a bajarê Tehranê hate desteserkirin

11:30 - 23 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Dayîka Behmend Qobadî, derhêner û sînimakar yê naskirî ê Kurd,  li balafirgeha navnetewey a Xomêynî a bajarê Tehranê hate desteserkirin.

Roja Yekşemî 22`ê Îlona 2019`an, Behmen Qobadî derhênerê naskirî yê Kurd derheq desteserkirina dayîka xwe li balafirgeha navnetewey a Tehranê agehî da.

Navbirî di vê derheqê de li ser rûpela tura civakî a “Instgram”a xwe wiha nivîsiye ku: Ez hatim agehdarkirin ku, dayîka bi temen a min li balafigeha navnetewey a Xomêynî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatiye desteserkirin.

Herwisa Qobadî  li êstatoseke din de nivîsiye ku:  Şerm û serşûrî bo we (rejîma Îranê) ku ji dayîka mandî û nesax a min re îzin neda bê da ku bikarim piştî derbabûna demeke dûr û dirêj  wê bibînim. Hûn gellek ji mirovahî û wêjdanê dûr in, tirsonek û derewînin, tu rêçareyek xeynî herifîn û jinavçûnê bo we nîne. Serşûrî bo we hemiyan.

Behmend Qobadî li sala 1348`an, li bajarê Bane a Îranê, jidayîk bûye û li zanîngeha Tehranê bawerînameya  reşteya Sînemakariyê wergirtiye.

Navbirî yek jî kesên mandî di warê çêkirina fîlmên kurt de tê hesabkirin, û heya niha xelatên  cuda di festîvalên navneteweyî yên di warê fîlman de bidest xistine.