Ciwanên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

22:38 - 6 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê kamiyaranê hate desteserkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 15`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Burhan Kemanger”, di cihê karî wî de ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Hêzên îtila`atê, êrîş kirine ser dûkana mobayilê firoşî ya navbirî û piştî vekolîna dûkana wî, navbirî desteser kirtine.

Herwisa hêzên îtila`atê êrîşê ser mala navbirî kirine û piştî vekolîna mala navbirî, destaviotine ser leptap û çend tiştin din û bi xwe re birine.

Ew welatiyî Kurd piştî desteser kirina wî, bo cihekî nexuya veguhastine û li qedera navbirî tu zaniyariyek li ber dest nîne.

Heya dema belavbûna vî nûçeyê, li sedem û sebeba desteserkirina navbirî tu zaniyariyek li ber dest nîne.