Ciwanekî Kurd yê temen kêm yê bajarê Mehabadê dawî bi jiyana xwe anî

14:48 - 25 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sedema arîşeyên malbatî ciwanekî temen kêm yê xelkê bajarê Mehabadê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 3`ê Pûşpera 1398`an, ciwanekî Kurd yê bi navê “Suhrab Rostemî” kurê selam û xelkê bajarê Mehabadê, dest avête bi kuştina xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

\"\"Wî ciwan Kurd yê temen kêm, li rêya xwe daliqandinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Tê gotin ku “Suhrab Rostemî” bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Cîvaknas li ser vê baweriyê ne ku, sedemên civakî yên wekî: Hejarî, tunebûna piştevanî û bêhêvîbûn li paşerojê, sereketirîn sedemên xwekujiya ciwanên temen kêm di Îranê de didin zanîn.