Ciwanekî Kurd bi danîna barmteyê bi awayê demkî hate azadkirin

11:08 - 24 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Ciwanê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê bi danîna barmteya bi qasî 300 milyon Tûmenî, bi awayê demkî hate azadkirin.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 23`ê Îlona 2019`an, ciwanê Kurd yê bi navê Aram Nîkpî, temen 25 salî, kurê Ezîz û xelkê gundê “Nêy”a girêdaiy bajarê Merîwanê piştî derbazbûna 40 rojî li girtina wî di îdareya ewlehiyê ya bajarê Sine de, bi danîna barmteya bi qasî 300 milyon Tûmenî, bi awayê demkî hate azadkirin.

Roja Yekşemî, 27`ê Pûşperê, ev ciwanê Kurd digel Ebdula Bştam yê temen 23`ê salî û kurê Remezan bi tohmeta “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.