Ciwanekî Kurd bi danîna baramteyî hate azad kirin

21:16 - 3 Şibat 2019
Ajansa Kurpa: Ciwanekî Kurd yê xelkê gundê “Nêy” a girêdayî bajarê Merîwanê ku, di Rezbera îsal de ji alîyê hêzên ewlehiyî yên Hikûmeta Îranê hatibû girtin, bi danîna barmteyî bi awayî demkî hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 13`ê Rêbendanê, ciwanê Kurd yê bi navê “Hemîd Perwaze” temen 28 salî û xelkê gundê “nêy” a girîdayî bajarê Merîwan, û piştî derbazkirina heyama 90 rojan di odeya takekesî a girtîgeha bajarê Sine de û herwisa derbaskirina heyama du hefteyan di girtîgeha bajarê Merîwanê de bi danîna barmteyî, bi awayî demkî hate azad kirin.

Ew ciwanê Kurd, roja Pêncşemî 26`ê Rezbera îsal bi tometa alîkarîkirina li gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatibû girtin

Navbirî piştî desteserkirinê, bo girtîgeha bajarê Sine hatibû veguhastin, û piştre bo odeya takekesî a giritîgeha bajarê Sine veguhastibûn.