Çarenivîsa Xwedekarekî Kurd Li Merîwan Neron E

11:35 - 3 Çirriya paşîn 2011

Kurdpa: Çarenivîsa endamekî Yekitiya Demokrat a Xwendekarên Kurd (YDXK) piştî derbazbûna heyamê mehekê bi ser destbiserkirina wî de ji aliyê hêzên Ewlekarî ve hêj ne ron e.

Li gor nûçeya gihîştî dest Ajansa Kurdpa, Rehîm Bacewer ku mehek beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Merîwanê ve hatiye binçavkirin, heta niha di çarenivîsek neron de ye û tu zaniyarî deheq wî ne liberdest in.
Heyamê mehekê beriya niha pêlek ji girtina endamên YDXK dest pêkiriye.
Berê jî 4 kes bi navên Soran Danişwer, Mêhdî Duagu, Şêrzad Kerîmî û Mîlad Kerîmî ji endamên saziya navbirî hatibûn destbiserkirin.
Niha jî xwendekarekî zanîngeha Peyamê Nûr bi navê Xebat Arifî li girtîgehê de ye.