Çar welatiyên Kurd qedera wan nexûya ye

12:25 - 18 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Çar welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Urmiyê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de qedera wan nexûya ye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çar welatiyên Kurd ên bi navên “ Ferhad Nûrî, Sefer Nûrî û Perwîz Nûrî” yên xelkê gundê “Enbê” ya ser bi devera Tirgewer û “Elî Ezîzî” ê xelkê gundê “Tilekî” a ser bi devera Tirgewera Urmiyê, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ne û qedera wan nexûyay ye.

Ew çar welatiyene roja Pêncşemî 21`ê Xermanan piştî 27 roj di girtîgeha îtila`ata Spahê de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê veguhastibûn, lê heya niha qedera wan diyar nîne.

Ew çar welatiyên Kurd dawiya meha Gelawêjê a Îsal bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiên Kurd ên Opozisiyon ên hikûmeta Îranê” hatibûne desteserkirin.