Çar kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Serdeştê hatin kuştin û birîndarkirin

14:38 - 14 Kanûna Paşîn 2019
Malpera Kurdpa: Çar kolberên Kurdê xelkê bajarê Bane û Serdeşt bi sedema teqeya rasterast a hêza nîzamî yên hikûmeta Îranê hatin kuştin û birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye malpera “Kurdpa”yê êwariya roja Yekşemiyê 23`ê Befranbarê, Kolberekî Kurd bi navê “Namiq Xulamî” xelkê gundê “Xoriyawa” li sînorê Hengejal a Bane bi sedema teqeya rasterast a hêzên nîzamî yên Hikumeta Îranê, canê xwe ji dest da, û du kolberên din jî bi navên “Karzan Emînzade” xelkê gundê “ Xoriyawa” û “Cebar Ehmedî” xelkê gundê “Kanî sûr” bi tundî birîndar bûn.

Namiq Xulamî, di demema veguhastina wî bo navenda dermanî a bajarê Sine canê xwe ji dest da û Cebar Ehmedî, bo çareseriya pizişkî hatibû veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Silêmanî li Herêma Kurdistanê.

Ew sê kolberê Kurd bi bê haydarkirina pêştir, ji aliyê hêzên nizamî yên Hikûmeta Îranê ve bûne armanc.

Ji aliyekê din ve jî, çend rojan berî niha, kolberekî Kurd bi navê “Sîrwan Hesenzade” temen 25 salî xelkê Serdeşt li sînorê wî bajarî bi sedema teqeya hêzên nizamî yên Hikumetî bi tundî hatin birîndarkirin.

Hêzên nizamî yên hikûmetî bi bê agadarakirina pêştir li nawçeya “Bajar” ya Serdeştê, teqe li kolberê Kurd kirine, û navbirî bi sedema kûrbûna birîna xwe, bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin.