Çar ciwanên Kurd di girtîgehê de hatine azadkirin

20:52 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Çar ciwanên Kurd di girtîgehê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 25`ê Pûşperê, 4 ciwan ên xelkên bajarê Sine ên binavên “Hêmin Mehemediyan, Pûriya Nasirî, Yadigar Ce`iferî û Yasîn Kerîmî”, bi danîn barimteyê bi awayekî demkî, hatine azadkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew Çar girtiyene piştî rojekê lêkolînkirin di girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sine de, bo girtîgeha navendî a bajarê Sine hatibûne veguhastin.

wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, ew 4 ciwanên Kurd bi sedema xwekirina kincên Kurdî li 22`ê Pûşperê 30`emîn salvegera terorkirina Duktor Qasimlo, rêberê karîzmatîk ê gelê Kurd hatibûne desteserkirin.

herwisa wê çavkaniyê daye xûyakirin ku, hêzên îtila`atê mobaylên wan 4 ciwanên Kurd zeft kirine û ji wan re nedane.

Ew 4 ciwanên Kurd roja Şemî 22`ê Pûşpera 1398`an, hevdem digel 30`emîn salvegera terora Dr. Qasimlo rêberê karîzmatîk ê gelê Kurd, di bajarê Sine de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûne binçavkirin.